Parlimanterekî libnanî: Hizbullah yê desta ji çeka xwe nekişîne
Parlimanterê Fraksyona Wefadarîya bo Bereya Berxwedanê li parlimana Libnanê pêgirî kir ku ti jiçekirinek tinabe û got: Mijara jiçekkirinê tenê yê piştî bicihanîna rêkevtinameya agirbesê u di çarçova sitratejîya berevanîya netewî da yê were hilkolandin.
Îhab Hemade got: Em ji her destpêşxerîya ku isûlên serwerîyê li gorî mafên dîyarbûyî ji bo her kesî be, pêşwazîyê dikin û ji bo pêşnîyarên ciddî amade ne. Hemade amajeyî xwe-vedizîna Amerîkayê ji sozên xwe têkildarî Libnanê kir u hişyarî da û pêgirî kir: Hizbullah faktor u sedema istiqrara Libnanê ye, lê komek di hundurê welêt da ji kînê derbasî dijminatîyê bûye. Hemade herwiha got: Heke Rejîma Sîyonîst a dijmin fikir bikira êrişa ser Libnanê u ketina nav Beyrûtê yê hêsan be, kêlîyekê jî şik u guman nedida xwe.