Kanûn 17, 2025 18:29 Asia/Tehran
  • Pûtîn: Ûrsêt dê bi rêbaza leşkerî navçeyên xwe azad bike

Serokomarê Ûrsêtê ragihand ku heke Ukrayn xwe ji muzakirê vedize, Ûrsêt dê bi rêbaza leşkerî navçeyên xwe azad bike.

Pûtîn got ku artêşa Ûrsêtê li hemî bereyan serdest e u di sala 2025`ê da zêde ji 300 bajar u bajarok xistîye bin kontrola xwe. Pûtîn amajeyî piştgirîya NATO`yê ji Ukraynê ya bi çek u rext, lêzanîn u rawêjkarîyê kir û basa bikaranîna mûşekên haypersonîk ên nû, xurtkirina Hêza Deryayî, pêşxistina gemîyên binavî yên mûşekhilgir u sûdwergirtina ji mertala mûşekî ya Orşînk heta dawîya îsal kir u pêgirî kir ku serêxwegirtina armancên operasyona leşkerî ya taybet yê bidome u pêşxistina şîyana navokî ya sitratejîk wek ewlewîyeta yekem di warê pêşîlêgirtinê da zanî. Serokomarê Ûrsêtê got ku heke dîplomasî ser nekeve, yê bijareya leşkerî bişopîne; herçend ku Moskow hela jî pêgirîyê ser dîplomasîyê dike u ji hevkarîya beranber tev Amerîka u Ewrûpayê pêşwazîyê dike.

Serepeyv