Hamas: Netanyahu berbenda sereke ser rêya peymana lihevguhertina girtiyan û agirbesê ye
Îlon 04, 2025 13:04 Asia/Tehran
Rayedarekî payebilind ê Hamasê got ku Serokwezîrê Rejîma Siyonîst hokara sereke ya girtina pêşiya lihevguhertina girtiyan û peymana agirbesê li Xezzeyê ye.
Izzet Reşq, endamê payebilind ê polîtboroya tevgera Hamasê, behsa qebûlkirina plana ku di 18ê Tebaxê de ji bo agirbes û lihevguhertina girtiyan hatibû pêşkêşkirin, ji aliyê komên filistînî ve kir û got ku Netanyahu, Serokwezîrê Rejîma Siyonîst hîna derbara vê pêşniyarê de bersiv nedaye.
Vî rayedarê Hamasê got ku me amadebûna xwe ji bo rêketineke tam û tekûz ragihandiye, rêketina ku li gorî wê hemî girtiyên siyonîst di berdêla hejmarek diyarkirî ya girtiyên filistînî yên di girtîgehên Rejîma Siyonîst dê bên berdan û ev rêketin bibe sedema rawestandina şêrr û paşdevekişîna dagirkeran.