Dewama cinayetên Rejîma Siyonîst li Xezzê
Îlon 03, 2025 14:14 Asia/Tehran
Di encama êrişên 24 saetên buhurî yên Rejîma Siyonîst ser Xezzê de 113 kes şehîd bûn û 304 jî birîndar bûn.
Di navendên belavkirina alîkariyan de jî 33 kes şehîd û 141 kes birîndar bûne ku bi vî awayî hejmara filistîniyên ku di van navnedan de hatine şehîdkirin gihîşte 2 hezar û 339 kesî û hejmara birîndaran jî rabû 17 hezar û 70 kesî û 6 kes jî ji birsiya û bedxwerinê şehîd bûn. Di encama êrişên artêşa Rejîma Siyonîst ser Zîvala Xezzê de ji 7`ê Cotmeha 2023`an ve heta nika 63 hezar û 746 kes hatine şehîdkirin.