Dewama êrişên artêşa Rejîma Siyonîst ser Zîvala Xezzê
Îlon 02, 2025 18:01 Asia/Tehran
Di encama êrişên 24 saetên buhurî yên Rejîma Siyonîst ser Xezzê de 76 kes şehîd bûne û 281 kes jî birîndar bûne.
Di navendên belavkirina alîkariyan de jî 12 kes şehîd û 90 kes birîndar bûne û bi vî awayî hejmara filistîniyên ku di van navendan de hatine şehîdkirin rabû 2 hezar û 306 kesan û hejmara birîndaran jî rabû 16 hezar û 929 kesan. 13 kes jî ji birsiya û bedxwerinê şehîd bûne. Hejmara şehîdên Xezzê ji 7`ê Cotmeha 2023`an ve heta nika rabûye 63 hezar û 633 kesan û hîna bi hezaran kesên din li Zîvala Xezzê bêserûşûn in û di bin kawilan de mane.