Dewama jînûsayda li Xezzê
Tebax 26, 2025 18:29 Asia/Tehran
Di encama êrişên 24 saetên derbasbûyî yên Rejîma Siyonîst de 75 kes şehîd bûn û 370 kes jî birîndar bûn.
Wezareta tendirustiya Xezzê ragihandiye ku li navendên belavkirina alîkariya jî 17 kes şehîd û 122 kes birîndar bûne. Rojnamevanekî din ê filistînî jî di encama gulleavêtina artêşa Siyonîst li Xezzê de şehîd bû û hejmara nûçegîhanên şehîd ên li Xezzê ji Cotmeha 2023`an ve gihîşte 246 kesan.
Di encama êrişên artêşa Rejîma Siyonîst ser Zîvala Xezzê ji 7`ê Cotmeha 2023`an de 62 hezar û 819 kes şehîd bûne. Hîna bi hezaran kesên din li Zîvala Xezzê bêserûşûn in û di bin kelefeyan de neû tîmên alîkarîgîhandinê ji ber bombebaranên giran nikarin xwe bigihînin wan.