Tebax 23, 2025 18:18 Asia/Tehran

Artêşa Rejîma Sîyonîst a dagirker vê sibê êrişên ser bajarên Xan Yûnis û Xezzeyê giran kirin û 24 filistînî şehîd kirin û bi dehan kes birîndar kirin.

Berpirsên nexweşxaneyan li zîvala Xezzeyê ragihandin ku di encama êrişên Rejîma Siyonîst  ser vê herêmê ji vê sibê ve heta niha nêzî 24 filistîniyên din şehîd bûne.

17 ji van kesan di encama bombebarana konên awareyên filistînî li Xan Yûnisê de şehîd bûn.Komeleya Heyva Sor a Filistînê jî her wiha ragihand ku di encama êrişa Rejîma Siyonîst a bi xwefiran ser kampeke awareyan  li herêma Mewasî ya bajarokê Qerarê, li bakur- rojavayê Xan Yûnisê de herî kêm 2 jinên filistînî şehîd bûn û 14 kes jî birîndar bûn.

Rejîma Sîyonîst herwiha bi xwefiran êrişî kampên Nuseyrat  û Mexazî li navenda zîvala Xezzeyê kir. Di demekê de ku NY li Xezzeyê xelaya li Xezzeyê  ji ber siyasetên rejîam dagirker piştrast kiriye û rejîma Siyonîst dixwaze di çarçoveya plana qaşo Erabeyên Gîdeon da  hemû Xezzê wêran bike.

Maykêl Fexrî, Raportorê Taybet ê NY li karûbarên têkildarî mafê xwarekê diyar kir ku rewşa xelaya  li Xezzeyê ji ya ku NY ragihandiye pir xirabtir e û got: Divê welatên cîhanê li dijî rejîma siyonîst  bikevin dewrê û welatên ereb ên  sazişkar divê ku vê rejîmê boykot bikin.

Cîgirê Rêvebirê Bernameyên Awarte yên UNICEFê, bal kişand  ser  giranbûan qeyrana mirovî ya piralî li Xezzeyê û ragihand: Herîkêm 13 hezar zarok li vê zîvalê ji ber kêmasiya xwarekê ya giran îza dibin û jiyana wan li ber  xetereke cidî de ye

Serepeyv