Hejmara şehîdên Xezzê rabû 62 hezar û 192 kesan
Wezareta tendirustiya Filistînê li Xezzê ragihand bi şehadeta bi dehan filistîniyên din di encama êrişên siyonîstan ser vê navçê de hejmara şehîdên ji destpêka êrişa Rejîma Siyonîst ve rabûye 62 hezar û 192 kesan.
Wezareta tendirustiya Filistînê li Xezzê herwiha ragihand di 24 saetên buhurî de 70 şehîd û 356 birîndar ji bo nexweşxaneyên Zîvala Xezzê hatine veguhestin. Bi vî awayî hejmara şehîdên ji ber cinayetên Siyonîstan li Zîvala Xezzê gihîşte 62 hezar û 192 kesan.
Hevgavê viya saziyên navnetewî ragihandin ji bo cara yekê li navçeya Rojhilata Navînê, xelaya li Zîvala Xezzê piştrast dikin û ev xela encama rasterast a kiryarên Rejîma Siyonîst e.
Serkomîserê UNRWA`yê jî ragihadinabi fermî ya xelayê li bajarê Xezzê, pirr dilnîgerankir da zanîn û pêgîrî kir ku ev xela encama rasterast a kiryarên Rejîma Siyonîst e.