Tebax 20, 2025 21:15 Asia/Tehran
  • Jordeçûna hejmara şehîdên Xezzeyê

Di encama berdewambûna destdirêjiyên Rejîma Siyonîst ser zîvala Xezzeyê de, hejmara giştî ya şehîdên vê navçeyê ji destpêka şêrr ve hetanî niha gihîştiye 62 hezar û 122 kesan.

Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê ragihand ku di 24 sietên derbasbûyî de 58 kes li vê navçeyê şehîd bûne û 185 kes jî birîndar bûne. 22  kes ji van şehîdan li cihên belavkirina alîkariyan şehîd bûne û 49 kes jî birîndar bûne. Bi vî awayî hejmara şehîdên bi navê ``pariyek nîn`` rabûye 2 hezar û 18 kesan û hejmara birîndaran jî rabûye 14 hezar û 947 kesan.

Her wiha, di 24 sietên derbasbûyî de sê kes ji ber birçîbûn û kêmasiya xwarekê şehîd bûne ku bi vî awayeî hejmara  şehîdên birçîbûnê gihîştiye 269 kesan ku 112 kes ji wan zarok in. Ji destpêka qonaxa nû ya destdirêjiyên ser Xezzeyê ji 18ê Adara 2025an ve heta niha 10 hezar û 576 kes şehîd bûne û 44 hezar û 717 kesên din jî birîndar bûne.

Serepeyv