Tebax 08, 2025 13:06 Asia/Tehran
  • NY: Bila plana dagirkirina Xezzeyê demlidest were sekinandin

Komîserê Payebilind ê taybet bi Mafên Merivan ê NY wek berteka himber biryara kabîna Rejîma Sîyonîst ji bo dagirkirina Xezzeyê, ragihand ku plana rejîma Israyîlê ji bo kontrolkirina tam a leşkerî ya vê navçeyê divê demlidest were sekinandin.

Vulker Turk got ku ev plana berovajî hikma Dîwana Navdewletî ya Dadwerîyê ye ku dibêje divê Israyîl demlidest dawî li dagirkerîyê bîne. Wî herwiha ev biryara berovajî serê xwe giritna rêçareya avakirina du dewletan û mafê kivşkirina çarenûsê yê filistînîyan zanî.

Komîserê Payebilind ê taybet bi Mafên Merivan ê NY herwiha got ku rejîma Israyîlê divê rê bide hawargiheştin û gîhandina bêyî berbend a alîkarîyên mirovdostîyê. Komên filistînî jî êxsîran bêyî şert û merc azad bikin û Israyîl jî filistînîyên ku xwe serê xwe desteser kirîye, azad bike.

Kabîna emnî ya rejîma Israyîlê îro pêşnîyara Netanyahu ya dagirkirina Zîvala Xezzeyê pesend kir. 

Serepeyv