Berdewambûna êrişên Rejîma Sîyonîst ser Xezzeyê
Di encama êrişên Rejîma Sîyonîst ser navçeyên curbicur ên Xezzeyê di 24 saetên buhurî da, 119 kes hatin şehîdkirin û 866 kes jî hatin birîndarkirin.
Ji wan 119 kesan, 40 kes dema hewla ji bo bidestxistina xwarekê bi destê leşkerên Rejîma Sîyonîst hatine şehîdkirin ku hejmarek ji wan zarok bûn.
Di encama êrişa Rejîma Sîyonîst ser binkeya Komeleya Hîva Sor a Filistînê li rojavaya Xan Yûnisê da jî, şeva buhurî karmendekî wê komeleyê hat şehîdkirin û 3 kes jî hatin birîndarkirin.
Di encama êrişên Rejîma Sîyonîst ser Zîvala Xezzeyê ji 7ê Cotmeha sala 2023yê va heta nika 60 hezar û 839 kes hatine şehîdkirin.
Hevgtavê vê cinayetê, Îtmar Bin Givêr Wezîrê Ewlehîya Navxweyî yê Rejîma Sîyonîst û hejmareke sîyonîstên bajaroknişîn vê sibê êrişî mizgevta Eqsayê kirin û dest bi karên handêrane kirin ku ev yek pêrgî gellek rexne û bertekan bû.
Tevgera Hemasê wek berteka himber vê destdirêjîyê, ragihand ku kiryarên sîyonîstan dê agirê qeyranê li herêmê gurrtir bikin.