Tîrmeh 29, 2025 15:39 Asia/Tehran
  • Hejmara şehîdên Xezzeyê ji 60 hezar kesî derbas bû

Di encama êrişên Rejîma Sîyonîst ên di 24 saetên buhurî da, 113 kes hatin şehîdkirin û 637 kes jî hatin birîndarnkirin.

Ji wan 113 kesên di 24 saetên buhurî da şehîd bûne, 40 kes dema hewldana ji bo wergirtina alîkarîyên mirovî ketine ber êrişên Rejîma Sîyonîst. 

Li gorî daxûyanîya Wezareta Tenduristîyê ya hikûmeta Filistînê li Zîvala Xezzeyê, hejmara şehîdên Xezzeyê ji 7ê Cotmeha sala 2023yê va heta nika rabû 60 hezar û 34 kesî û ya birîndaran jî rabû 145 hezar û 870 kesî.

Herwiha bi hezaran kes bêseruşûn û an jî di bin kavilan da mane. 

Serepeyv