Birsîbûn bi awayekî lezgîn li Xezzeyê berfire dibe
Zêrevanîya Cîhanî ya Çacdêrîya ser Birsîbûnê ragihand: Mînaka herî giran û xirab a xelayê nika li Zîvala Xezzeyê diqewime û xelayê pirranîya navçeyên wê daye ber xwe.
Di halekî da ku xelayeke gian Zîvala Xezzeyê daye ber xwe, gelê Filistînê vê dawîyê dema hewla ji bo wergirtina alîkarîyên mirovdostîyê jî dibe armanca êrişên Rejîma Sîyonîst. Vê yekê dîmen û wêne bi aşkirayî nîşan didin.
Di halekî da ku alîkarî bi awayekî gellekî sînordar derbasî Xezzeyê tên kirin, Nivîsgeha Ragihandinê ya hikûmeta Filistînê li Zîvala Xezzeyê ragihand ku tenê 87 kamyonên hilgirê alîkarîyên mirovdostîyê gihîştine Xezzeyê ku pirranîya wan li gorî plankarî û hevdestîya dezgehên amerîkî ji hêla Rejîma Sîyonîst va hatine talankirin.
Zêrevanîya Cîhanî ya Çacdêrîya ser Birsîbûnê ragihandîye ku asta bedxworakîyê li şarê Xezzeyê her ku diçe zêdetir û berfiretir dibe.
Dezgeha Cîhanî ya Xwarekê jî pêgirî kirîye ku pêwîst e alîkarîya bo Zîvala Xezzeyê bi merema gîhandina wan bo kesên birsî berî ku dereng bbie, divê were zêdekirin.
Sersekreterê NY Antonîyo Gotereş jî got ku tişta ji 7ê Cotmehê va heta nika qewimîye, nayê qebûlkirin û ti tiştek nikare jinavçûna Xezzeyê ku bi aşkirayî ber çavên cîhanê diqewime, pîne bike.
Jan Noel Baro Wezîrê Karên Derve yê Fransayê jî di civîna tev Wezîrê Karên Derve yê Erebistanê da dîyar kir ku rewşa mirovî li Xezzeyê mêriv dixe xof û wehşetê û ragihand ku biryara Fransayê ya bifermînaskirina welatê Filistînê, li gorî ihtimalê pirranîya welatan ber bi vî karî va bikişîne. Wezîrê Karên Derve yê Fransayê herwiha got ku eva tenha rêya garantîkirina aştî û ewlehîyê li navçeyê ye.
Mihemed Bin Ebdulrehman Alê Sanî Wezîrê Karên Derve yê Qeterê jî gotîye, dîmenên ku ji Xezzeyê dîtîye, lekeyeke reş ser enîya merivantîyê ne. Wî herwiha got: Em sîyasetên dorpêçkirin, koçberkirin, êrişa berdewam ser nexweşxaneyan, navendên bicihkirina awareyan û binesazîyên girîng li Xezzeyê şermezar dikin.