Nîsan 08, 2025 18:08 Asia/Tehran

Êrişa esmanî ya Rejîma Siyonîst ser herêmên curbicur ên Xezzeyê berdewam dike.

Li encama  êrişa hewayî ya Rejîma Siyonîst ser malekê li navenda Xezzeyê de 9 kes şehîd bûn.Di encama êrişeke ser Xezeyê de 5 filistînî şehîd bûn. Herwiha di 24 sietên borî de 59 filistînî şehîd bûn ku piraniya wan zarok bûn û 213 kes jî birîndar bûn.Êrişên dagirkeran ser herêmên curbicur ên Xezzeyê di demekê de  berdewam dike ku Xezze  rastî dorpêça giran  hatiye  û pêşiya derbaskirina alîkariyên xwarin û tenduristiyê  tê girtin.Di encama êrişên artêşa Rejîma Siyonîst ser zîvala Xezzeyê de 50 hezar û 810 kes şehîd bûne û 115 hezar û 688 kes jî birîndar bûne.  Her ku diçe êş û azarên nexweş û birîndarên nexweşxaneyan ji ber kêmbûna oksîjenê zêdetir bûye. Ji ber ku rejîma dagirker di jînosayda xwe  ya vê dawiyê li Xezzeyê de 10 navendên hilberîna oksîjenê bi temamî ji nav birine. Dr. Monîr El-Berş, Rêveberê Giştî yê Wezareta Tenduristiyê ya  Xezzeyê gotiye ku ji ber kêmasiya oksîjênê, nexweş û birîndar li beşên lêhişyarbûnên taybet, odeyên neştergeriyê li ber gefeke rastîn de ne. Çendîn sazî û rêxistinên navdewletî di daxuyaniyeke hevbeş de tekezî  ser wê yekê kirine ku şerê li Xezzeyê paşguhkirina eşkere û tam  ya jiyana mirovan nîşan dide.  Sindûqa Alîkariya Zarokan a NY (UNICEF) û kesayetiyên filistînî jî derbarê bêparbûna zêdetirî milyonek zarokên li Xezzeyê ji alîkariyên mirovî hişyarî dan.

Serepeyv