Adar 21, 2025 18:03 Asia/Tehran

Îro çaremîn roja li pey hev a dewra nû ya destdirêjiyên rejîma Israîlê ser zîvala Xezzeyê ye û rejîma dagîrker ser berferehiya şerê derûnî-propagandayî û gefên xwe li dijî filistîniyan ji wan koçberkirin û kuştina wan li navçeyên curbicur yên zîvala Xezzeyê û êrişa bejayî zêde kiriye.

Êrişên bejayî û hewayî yên Rejîma Siyonîst ser navçeyên cuda yên Xezzeyê berdewam in û li gorî  ragehandina çavkaniyên pizîşkî heta niha herî kêm 120 kes li Xezzeyê şehîd bûne. Di sê rojên borî de, artêşa Îsraîlê di êrişên xwe de zêdetir ji 600 filistînî şehîd kirine ku ji sedî 70 ji wan jin û zarok bûne. Leşkerên Îsraîlê êrişa xwe ya bejayî ser bajarê Refehê li başûrê Xezzeyê jî berfireh kirine. Dagirkerên siyonîst di çaremîn roja êrişên xwe de avahiya nexweşxaneya nexweşên penceşêrê bombebaran kirin. Helîkopterek leşkerî ya Rejîam  Siyonîst navçeya  El- Meqraqê li navenda zîvala Xezzeyê jî dan ber êrişan. Piştî destpêkirina êrişên Rejîam Dagirker ser zîvala Xezzeyê  vê rejîmê vê carê  hişyarî daye  malbatên filistînî li hin navçeyan da ku van navçana  vala bikin. Êrişên Rejîma Siyonîst ser zîvala Xezzeyê di demekê de berdewam in ku ev navçe ketiye qonaxên yekem ên xelayê û 2 milyon filistînî bê xwarin mane   û ewlehiya xwe ya xwarinê ji dest dane.Di 18 rojên derbasbûyî de rejîma dagirker rê li derbasbûna derman, av û xwarinê bo zîvala Xezzeyê  girtiye. Pizîşk dibêjin ku ew di nav şert û mercên pir dijwar de dixebitin.

Serepeyv