Roja sêyemîn a êrişên siyonîstan li dijî Xezzeyê
Artêşa Rejîma Siyonîst bi binpêkirina xalên agirbesê li zîvala Xezzeyê li roja sêyemîn destdirêjiyên xwe yên leşkerî ser zîvala Xezzeyê da destpê kirin.
Di encama êrişên Rejima Siyonîst ser bakur û başûrê Xezzeyê de herî kêm 71 kes şehîd bûn û bi dehan kes jî birîndar bûn. Li Rexê Rojava jî ji ber êrişên berdewam ên Rejîma Siyonîst 24 hezar filistînî ji kampên Nur Şems û Tulkermê aware bûne.Di encama êrişên vê sibê ser zîvala Xezzeyê de herî kêm 10 xanî, embareke alîkariyên mirovî û mizgevtek li bakur û başûrê zîvala Xezzeyê hatine wêrankirin. Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê ragihand ku hejmara şehîdan di encama êrişên rejîma dagirker yên di van sê rojên derbasbûyî de gihîştiye 710 kesan û 900 kes jî birîndar bûne.Arteşa Rejîma Siyonîst ragehand ku operasyonên bejayi li bakurê Xezzeye hevdem digel erişen esmanî ser navçên curbicur ên Xezzeye dane dest pê kirin.Tabûrên Qassam baskê leşkerî yê tevgera berxwedana Îslamî ya Hemasê jî ragihand ku li hember cinayet û tevkujiyên ji aliyê dijminên siyonîst li dijî sivîlên filistînî li Zîvala Xezzeyê, bi mûşekên M90 bajarê Telavîva dagirkirî dan ber êrişan.
Piştî êrişa Tabûrên Qessam bi rokêtê ser Telavîvê, balafirgeha Navneteweyî ya Bin Goryon li Telavîvê hat girtin.