Li Xezzeyê hejmara şehîdan ji 48 hezar kesî derbas bû
Sibat 08, 2025 16:43 Asia/Tehran
Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li Xezzeyê ragihand ku hejmara şehîdên Xezzeyê rabû 48 hezar û 181 kesî.
Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li Xezzeyê ragihand ku di 48 sietên borî de 26 şehîd bo nexweşxaneyên Xezzeyê hatin veguhestin ku 22 ji wan vê dawiyê termê wan hatiye peydakirin û 4 kes jî teze hatine şehîdkirin.
Her wiha di van 48 sietan de 5 welatiyên filistînî li Zîvala Xezzeyê birîndar bûn.
Bi vê hejmarê, hejmara şehîdên Xezzeyê ji 7ê Cotmeha 2023an ve rabû 48 hezar û 181 kesan û hejmara birîndaran jî rabûye 111 hezar û 638 kesan.
Hevgav Dr.Merwan El-Hums, Rêveberê nexweşxaneyên gerok ên li zîvala Xezzeyê ragihand ku rejîma dagîrker di 15 mehên borî de zêdetir ji sedî 75ê bineszaiyên tendrustiyê yên Xezzeyê ji nav biriye.