Sibat 08, 2025 16:52 Asia/Tehran
  • Berdana 180 hêsîrên din ên filistînî di berdêla berdana 3 girtiyên siyonîst de

Tabûrên Qessam 3 girtiyên siyonîst li Dêr Belehê radestî Xaça Sor li navenda Xezzeyê kirin.

Di qonaxa nû ya lihevguhertina girtiyan di navbera Bereya Berxwedana Filistînê û Rêjîma Siyonîst de, îro sê girtiyên siyonîst di berdêla azadkirina 183 girtiyên din ên filistînî da serbest hatin berdan.

Sê girtiyên siyonîst îro piştî azadkirina ji hêla Bereya Berxwedana Filistînê ve, ji ber parastina wan li himber êrişên Rejîma Siyonîst di 15 mehên borî de destxweşî li wê bereyê kirin. Hevgav malbatên girtiyên siyonîst  bi daxuyaniyekê daxwaza berdewamiya  muzakiran  ji bo azadkirina demlidest a hemû girtiyên li Xezzeyê kirin.Ji aliyê din ve çekên rejîma Siyonîst yên di destê hêzên Qessam  ku di şerê li zîvala Xezzeyê de  wek xenîmet hatine bidestxistin, careke din bûn sedema matmayîna medyayên sîyonîst. 

Serepeyv