Jordaçûna hejmara şehîdên Xezzê
Sibat 04, 2025 18:26 Asia/Tehran
Hejmara şehîdên ji ber êrişên artêşa Rejîma Siyonîst ser Zîvala Xezzê gihîşte 47 hezar û 540 kesî.
Wezareta tendirustiya Filistînê li Zîvala Xezzê ragihand di mideha 24 saetên buhurî da meytê 22 şehîdan bo nexwaşxanê hatine veguhestin ku meytê 20 kes ji wan ji bin kavilan hatine derxistin. Herwiha du kes ji ber birînên giran şehîd bûne. Di vê midehê de 6 kesên din jî birîndar bûne. Hîna bi hezaran kesên din jî li Zîvala Xezzê bêserûşûn bûne yan jî di bin kelefeyan de mane.