NY derbara xedarbûna rewşa Xezzê de hişyarî da
https://kurmanci.sahartv.ir/news/filistîn-i352911-ny_derbara_xedarbûna_rewşa_xezzê_de_hişyarî_da
Nivîsgeha hevahengkirê karûbarên mirovdostane ya NY li bara bikaresatbûna qeyrana birçîtiyê li Xezzê hişyarî da.
(last modified 2026-02-24T13:12:22+00:00 )
Çile 12, 2025 15:58 Asia/Tehran
  • NY derbara xedarbûna rewşa Xezzê de hişyarî da

Nivîsgeha hevahengkirê karûbarên mirovdostane ya NY li bara bikaresatbûna qeyrana birçîtiyê li Xezzê hişyarî da.

Nivîsgeha hevahengkirê karûbarên mirovdostane ya NY ragihand: Qeyrana birçîtiyê li Zîvala Xezzê ji ber kêmbûna zav a xwerinê û qedexeyên giran bona bidestxistina alîkariyên mirovdostane, giran dibe.

Berdevkê sersekreterê NY jî gotiye rayedarên îsraîlî para zêde ya daxwazên ji bo alîkariya di warê şandina xwerinê bo Xezzê, red dikin û nêzî 120 hezar ton alîkariyên di warê xwerinê da li derveyî Xezzê mane û nahêlin derbasî Xezzê bibin. Berî nika Saziya UNRWA`yê jî ragihandibû ku barên ku ji petû û betanîyan pêk tên, li pişt sînorê Zîvala Xezzê mane.  Heta nika herîkêm 8 zarokî li Xezzê ji ber sir û seqemê jiyana xwe ji dest dane.