Şermezarkirina cinayetên Rejîma Siyonîst ji aliyê berxwedana Filistînê ve
https://kurmanci.sahartv.ir/news/filistîn-i351482-Şermezarkirina_cinayetên_rejîma_siyonîst_ji_aliyê_berxwedana_filistînê_ve
Komên berxwedanê yên Filistînê êrîşên dagirkeran ên hovane ser Zahiya Beyrûtê şermezar kirin û ragehandin ku siyonîst tu carî nagihîjin armancên xwe û dê bi zûtî berdêla cinayetên xwe yên li Xeze û Lubnanê bidin.
(last modified 2024-09-28T04:01:24+00:00 )
Îlon 28, 2024 07:30 Asia/Tehran
  • Şermezarkirina cinayetên Rejîma Siyonîst ji aliyê berxwedana Filistînê ve

Komên berxwedanê yên Filistînê êrîşên dagirkeran ên hovane ser Zahiya Beyrûtê şermezar kirin û ragehandin ku siyonîst tu carî nagihîjin armancên xwe û dê bi zûtî berdêla cinayetên xwe yên li Xeze û Lubnanê bidin.

Hemasê di daxûyaniya xwe de tevî şermezarkirina cinayetên Rejîma Siyonîst li Lubnanê û bi tekeziya ser hevgirtina tam bi gelê Lubnanê û berxwedana vî welatî, ji umeta erebî-îslamî xwest ku bêdengiya xwe li hember cinayetên hovane yên rejîma dagîrker bişkînin.Tevgera Cîhada Îslamî  jî tevî şermezarkirina van cinayetan tekez kir: Dijminê dagîrker bi zûtî  dê berdêla cinayetên xwe yên li Xeze û Lubnanê bide.

Tevgera Mucahidên  Filistînê, Tevgera Feth, Komîteyên Berxwedana Filistînê, Bereya Demokratîk jibo  Rizgariya Filistînê û Tevgera Rizgarbûyiyên Filistînê, tevî şermezarkirina cinayetên Rejîma Siyonîst li Lubnanê, piştgiriya xwe ji berxwedan û gelê Lubnanê ragihandin. .