Peydakirina termê 60 şehîdan ji bin kavilên taxa Şucaiyê li Xezeyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/filistîn-i349449-peydakirina_termê_60_şehîdan_ji_bin_kavilên_taxa_Şucaiyê_li_xezeyê
Saziya Alîkarî û Rizgarkirinê ya Filistînê roja pêncşemiyê ragehand ku termê 60 şehîdan ji bin kavilên taxa Şucaiyê ya Xezeyê hatiye peydakirin.
(last modified 2024-07-12T01:06:04+00:00 )
Tîrmeh 12, 2024 04:34 Asia/Tehran
  • Peydakirina termê 60 şehîdan ji bin kavilên taxa Şucaiyê li Xezeyê

Saziya Alîkarî û Rizgarkirinê ya Filistînê roja pêncşemiyê ragehand ku termê 60 şehîdan ji bin kavilên taxa Şucaiyê ya Xezeyê hatiye peydakirin.

Saziya Alîkarî û Rizgarkirinê ya Filistînê her wiah got: Piştî bidawîhatina êrişa bejahî ya artêşa rêjîma  dagirkierê Qudsê ser taxa Şucaiyê ji duh Çarşemê ve, termên zêetirî 60 şehîdan ji bin kavilên mal û  kolanên vê taxê hatin derxistin.

Vê rêxistinê bi daxuyaniyekê de destnîşan kir ku li taxa Şucaiyê hê jî bi dehan şehîd di bin xirbeyên malan de mane û ji ber êrişên berdewam ên artêşa siyonîst vê rêxistinê nekariye xwe bigihîne wan.

Ev cinayet hevgav zêdebûna hejmara şehîdên filistînî  di encama êrişên Rejîma Siyonîst ser Xezeyê nîşan dide.

Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê duh, Pêncşemê, ragihand ku di encama êrişên Rejîma Siyonîstî ji 7ê Cotmehê ve, hejmara şehîdên Xezeyê gihîştiye 38 hezar û 345 kesan. Li gorî vê raporê, hejmara birîndarên van êrişan jî gihîştiye 88 hezar û 295 kesan.