Îsraîl tu carî bi qasî îro neketiye nav qeyranê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/filistîn-i348073-Îsraîl_tu_carî_bi_qasî_îro_neketiye_nav_qeyranê
Serokê berê yê rêxistina ewlehiya navxweyî ya Rejîma Siyonîst nasyar bi Şabak, rewşa niha ya vê rejîmê rexne kiriye.
(last modified 2024-05-10T02:58:06+00:00 )
May 10, 2024 06:26 Asia/Tehran
  • Îsraîl tu carî bi qasî îro neketiye nav qeyranê

Serokê berê yê rêxistina ewlehiya navxweyî ya Rejîma Siyonîst nasyar bi Şabak, rewşa niha ya vê rejîmê rexne kiriye.

Yakov Pêry bi rexneya li rewşa niha ya vê rejîmê got, Îsraîl xwedî rêberekî bi hêz nîne ku bikaribe bersiva pirsên xelkê dilnigeran bide.

Li gorî bawera Pêry, Netanyahu bi tena serê xwe biryaran dide û carna cuda ji biryarên kabîneyê  diaxive, ev yek jî dibe sedema tevliheviyek zêd. Pêrî got ku ew qet nayê bîra wî ku Îsraîl  bi qasê îro ketine nav qeyranê û bêhêvî bibe.

Binyamîn Netanyahu, serokwezîrê Rejîma Siyonîst jî derbarê xisarên giran ên artêşa vê rejîmê li dema şerê Xezeyê li xwe mukir hat û got: Me bi sedan esker li vî şerî ji dest dan.

Netanyahu her wiha li ser nakokiyên bi Waşingtonê re li xwe mikur hat û got ku em hêvîdar in Biden rêyekê ji bo derbaskirina nakokiyên me bibîne û rexne li biryarên Biden kir û got:  Biden bi rawestandina şandina çekan bo Îsraîlê şaştiyeke mezin kir.