Hamas: Me ti bername tine ji Qeterê derkevin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/filistîn-i347783-hamas_me_ti_bername_tine_ji_qeterê_derkevin
Berpirsê medyayî yê Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (Hamas) li Lubnanê got: Serkirdeyên Hemasê li Dûhayê ne û ti bernema jibo derketina ji Qeterê tinene.
(last modified 2024-04-24T00:47:09+00:00 )
Nîsan 24, 2024 04:14 Asia/Tehran
  • Hamas: Me ti bername tine ji Qeterê derkevin

Berpirsê medyayî yê Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (Hamas) li Lubnanê got: Serkirdeyên Hemasê li Dûhayê ne û ti bernema jibo derketina ji Qeterê tinene.

Velîd el-Kîlanî, ragehand ku em li dewsa Qeterê li cîhekî din ê niştecihbûnê negerin,  wî her wiha derbarê muzakirên agirbesê û veguhertina girtiyên filistînî bi girtiyên siyonîst re jî got: Hemasê di vê derbarê de 4 pêşniyar pêşkêşî navbeynkaran kir, lê Îsraîl  daxwaza pêkanîna agirbesê û berdewamkirina muzakiran nake.

Rojnameya Amerîkî  ya Wall Street Journal ê îdia kir ku Hamasê herîkêm  bi du welatên herêmê re  jibo veguhestina nivîsgeha xwe ji Dûhayê hevdîtin pêk aniye û nivîsiye ku heke Hamas ji Qeterê derkeve, muzakirên ji bo agirbesta li Zîvala Xezeyê û  û azadkirina bi dehan girtiyên siyonîst li Xezeyê dê rastî işkestê were.

  Macid Muhammed El-Ensarî, Berdevka Wezareta Karên Derve ya Qeterê  jî ragihand ku heta ku navbeynkariya Qeterê di mijara Xezeyê de bidome, tu hegerek ji bo girtina Hemasê li Dûhayê tine, û serkirdeyên Hamasê li Dûhayê ne, û ti sînor ji bo hatin û çûyîna wan ji Qeterê tune ye.