Daxuyaniya Cîhada Îslamî dijî boykotên Ewropayê dijî komên berxwedanê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/filistîn-i346095-daxuyaniya_cîhada_Îslamî_dijî_boykotên_ewropayê_dijî_komên_berxwedanê
Tevgera Cîhada Îslamî di daxuyaniyekê de tekez kir: Em biryara Ewropayê derheq boykotên dijî tevgera Cîhada Îslamî û Hemasê û danîna navê 6 kesan nav lîsteya boykotan bi tundî şermezar dikin.
(last modified 2024-01-20T03:10:07+00:00 )
Çile 20, 2024 06:33 Asia/Tehran
  • Daxuyaniya Cîhada Îslamî dijî boykotên Ewropayê dijî komên berxwedanê

Tevgera Cîhada Îslamî di daxuyaniyekê de tekez kir: Em biryara Ewropayê derheq boykotên dijî tevgera Cîhada Îslamî û Hemasê û danîna navê 6 kesan nav lîsteya boykotan bi tundî şermezar dikin.

Tevgera Cîhada Îslamî he wiha ragihand: Ev biryar ecêb nîne û tu qîmetek wê nîne û eşkere piştgiriya ji Rejîma dagirker tê hesabê.Cîhada Îslamî bal kişande ser vê yekê ku vv biryara YE  nuxumandineke siyasî bo rejîma dagirker pêk tîne û  ku bi rêya wê jînosayda ku dijî gelê Filistînê pêk tîne veşêre. 

Her wiha ev kiryara YE piştgiriyeke leşkerî û îstixbaratî bo destdirêjiya ser Xezeyê pêk tîne û hemû daxwazên xelkê wê ji bo rawestandina destdirêjiyê  paşguh dike.Di vê daxûyaniyê de hatiye: Komên  Berxwedana  berevaniyê dike li mafên  gelê ku axa wan hat dagirkirin, aware bûn û 76  salan bûne hedefa cinayetên jînosaydê û heta  roja serketin û rizgarbûnê dê erkên xwe berdewam bikin.