Tebax 24, 2023 08:02 Asia/Tehran
  • Meytê yek ji şehîdên filistînî li başûrê Cenînê hat oxirkirin

Cenazeyê şehîdekî din ê Filistînî ku di encama cinayeta dagirkeran de şehîd bûbû, li başûrê Cenînê hat oxirkirin.

 

Xelkê navçeya Zebabdê li başûrê Cenînê termê şehîd Osman Ebû Xorec ku ji ber giraniya birînên xwe bi deba gulleya leşkerên Rejîma Siyonîst de şehîd bibû, oxir kirin û spartin axê.

 Ew di encama pevçûnên siba sêşemiyê yên bi Rejîma Siyonîst re hat girtin û birîndar kirin.

Taha El-Şerqawî yek ji rêberên tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê di merasima oxirkirina vî şehîdê filistînî got:

Berxwedan li meydanê ye û xelkê Filistînê hîna jî  xwîna wan tê rijandinû ev dayîna xwînê  dê gelê me ji  berdewamkirina rêya cîhad û berxwedanê venagerîne

 Ev xwîn me dike yek û li hember rejîma dagirker refên me dike yek. Hemû xelkê herêma Zebabdê di bin ala şehîdan de dibin yek û teqezî li ser berdewamiya rêya şehîdan dikin. Înşallah ev xwîn wê bibe sedema rizgarbûna Filistînê.

Serepeyv