Hemas: Divê Yekitîya Ereban helwesta xwe têkilarî Xezzeyê zelal bike
Berdevkê Tevgera Hemasê xwest ku Yekitîya Ereban u Rêxistina Hevkarîya Islamî helwesteke zelal derbara karesatên li Xezzeyê da nîşan bidin.
Hazim Qasim Berdevkê tevgera Hemasê gotîye ku ji bo giritna pêşîya tundbûna qeyrana merivî li Zîvala Xezzeyê di rewşekê da ku sirr u seqem dest pê bûye, pêwîst e ku Yekitîya Ereban helwesteke zelal u berpirsane nîşan bide.
Hazim Qasim herwiha got ku gelê Zîvala Xezzeyê tevî ragihandina agirbesê, bi şerê dijmin ê ji bo qirrkirinê ra rûbirû ye û hela jî pêşîya derbaskirina alîkarîyên merivodstane bo vê herêmê u jinûve avakirna kavilan e, tê girtin. Bereya Gelanî ya Azadkirina Filistînê jî ragihandîye: Rejîma dagirker zistanê wek çekekê ji bo qirrkirinê li Xezzeyê bi kar tîne u aware bêyî sitar u alîkarî li ber sirr u seqemê u asê di nav ava baranê da ne.
Eva di halekî da ye ku Ajansa Alîkarîgîhandin u Karpeydakirina bo Awareyên Filistînî ya NY (UNRWA) jî ragihandîye ku Rejîma Sîyonîst bi domandina bisînorkirina derbaskirina alîkarîyan li Xezzeyê, ku gelê vê herêmê di destpêka zivistanê da pêrgî kêmbûna berfire ya xwarekê û kel u pelên zefgirîng ên jîyanê kirîye ku ev yeka binpêkirina qanûnên navdewletî ye. Natalî Bûklî Cîgira Serkomîserê UNRWAyê jî gotîye ku hemî cîhan ji wan YEyê u Amerîka divê zorê bidin ser kabîna Rejîma Sîyonîst ku rê bide alîakrî bi awayekî bêsînor derbasî Xezzeyê bên kirin. Rayedarên din ên NY jî berî vîya gotibûn ku zivistan nêzîk dibe, lê gel hela jî bi xelayê ra rûbirû ye; gellekî girîng e ku hemî alîkarîyên pêwîst bo gelê Xezzeyê bêyî derengî derbasî vê herêmê bên kirin. Şayanî gotinê ye ku nika bi hezaran kamyonê hilgirê alîkarîyan ser sînorê Urdin u Misrê hatine sekinandin ku nikarin derbasî Xezzeyê bibin.