Adar 22, 2023 16:10 Asia/Tehran
  • NY li dijî bajarokçêkirinên Rejîma Siyonîst derket

‘Ferhan Heq’, Alîkarê Berdevkê NY’yê li himber dewama bajarokçêkirinên Rejîma Siyonîst rabû û got: Helwsêta NY’yê derbarê vê meseleyê de neguheriye.

Parlemana Rejîma Siyonîst duh plana îbtalkirina qanûna nasyar bi Qanûna Qutkirina Peywendiyan pejirand ku bi îbtalkirina qanûneke sala 2005’an îmkana vegeryana dagirkeran bo bajarokên valakirî li bakurê Rexê Rojavayê Çemê Urdinê û Zîvala Xezeyê pêk tîne.

 Ev qanûna di sala 2005’an cih hat û fermana têkbirina 21 bajarokên siyonîstnişîn li bakurê Rexê Rojavayê Çemê Urdinê û Zîvala Xezeyê û derxistina bajaroknişînên siyonîst û artşa Rejîmê ji vê navçeyê dabû.

 ‘Ferhan Heq’, Alîkarê Berdevkê NY’yê roja Sêşemiyê di nava koma nûçegihana de derbarê pêşnumaya nû ya parlemana Rejîma Siyonîst ya pesendkirina hizûra dubare ya îsraîliyan li bajarokên Xezeyê, got: Kiryarên bi vî rengî ser riya pêvajoya aşitiyê pirsgirêkan çê dike. Alîkarê Berdevkê NY’yê ji hemî aliyan xwest ku bi taybet di meha pîroz a Remezanê de dev ji kiryarên ku meseleyê hîna gurrtir dikin, berdin.

 

Serepeyv