Adar 03, 2023 15:50 Asia/Tehran
  • Greva seranserî li Erîhayê; Dorpêça li ser Kampa Heware’yê derbasî roja pêncem bû

Filistînî li parêzgeha Erîhayê li rojhilatê Rexê Rojavayê Çemê Urdinê di şîna şehîdê filsitînî da ketin grevê û hevdem Kampa Hewareyê jî ev pênc roj in di bin dorpêçê da ye.

Roja Çarşemiya vê hefteyê “Mehmûd Cemal Hesen Hemdan” xortê filsitînî yê 22 salî bi gulleyê leşkerên siyonîst di êrîşa ser Kampa “Eqebe Cebr”ê ya Erîhayê şehîd bû.

Li gorî rapora roja Îniyê ya malpera Arabi Al-Jadid’ê, Niştecihên Parêzgeha Erîhayê ketine greveke seranserî. Hemî dûkanên bajarê Erîhayê û gund û kampên derdorê girêdayî ne û dibistan û navendên perwerdehiyê jî hatine betalkirin.

Ji aliyê din va, leşkerên siyonîst di pêncemîn rojê da dorpêça li ser Kampa Hewareyê lin başûrê Nablusê li bakurê Rexê Rojavayê Çemê Urdinê domandin û rê li ber têketin û derketina ji vê kampê digirin.

Siyonîstan her wiha li derdora kampê rawestgehên lêgerînê danîne û hêzên zîrevan şandine ser avahiyên bilind û nahêlin ku firoşgehên li nav kampê vekirî bin.

Li gorî amaran, ji destpêka sala 2023an va heta niha 67 filistînî hatine şehîdkirin ku di nav wan da 13 zarok in û çar kes jî yên temendirêj in.

 

Serepeyv