Leşkerên dagirker ên siyonîst îro danê sibê êrişî bajarokê Beyt Decenê li bakur rojhilatê Nablusê kirin û dest bi wêrankirina malên filistîniyan kirin.
Çavkaniyên filistînî ragihandin ku li Erîhayê di navbera berxwedêrên filistînî û siyonîstan da pevçûn derket.
Çavkaniyên nûçeyan qala şehîdbûna nûciwanekî filistînî li Erîhayê ji ber guleya siyonîstan kirin.
Filistînî li parêzgeha Erîhayê li rojhilatê Rexê Rojavayê Çemê Urdinê di şîna şehîdê filsitînî da ketin grevê û hevdem Kampa Hewareyê jî ev pênc roj in di bin dorpêçê da ye.
Rêxistina Hêsîran a Filistînê ragihand, bi şehîdbûna “Mehmûd Hemdan” ji Kampa “Eqebe Cebr”ê li nêzikî Erîhayê, hejmara şehîdên hêsîr ên tevgerê gihîşte 236 kesan.
Rejîma Siyonîst piştî operasiyona dije-siyonîstî ya li nêzikî Erîhayê ku di encamê da siyonîstek hat kuştin, ev bajar bi tamî dorpêç kiriye.