Nûciwanekî filistînî li Erîhayê şehîd bû
https://kurmanci.sahartv.ir/news/filistîn-i340604-nûciwanekî_filistînî_li_erîhayê_şehîd_bû
Çavkaniyên nûçeyan qala şehîdbûna nûciwanekî filistînî li Erîhayê ji ber guleya siyonîstan kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 10, 2023 14:04 Asia/Tehran
  • Nûciwanekî filistînî li Erîhayê şehîd bû

Çavkaniyên nûçeyan qala şehîdbûna nûciwanekî filistînî li Erîhayê ji ber guleya siyonîstan kirin.

Leşkerên siyonîst vê sibê di êrîşa ser Erîhayê da Muhemed Belhan nûciwanê filistînî ji aliyê serî va kirin armanc. Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ragihandibû ku halê wî xedar e.

Li gorî rapora Shahab'ê, Ev nûciwanê filistînî di êrîşa hêzên siyonîst ser Kampa Eqebe Cebr li Erîhayê ya Rexê Rojavayê Çemê Urdinê hat şehîdkirin.

Li gorî vê raporê, Belhan 15 salî ye û Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê jî nûçeya şehîdbûna wî piştrast kiriye.

Çavkaniyên nûçeyan ragihandin ku hêzên siyonîst di vê êrîşê da hejamreke filsitîniyan birîndar kirin û hinek jî desteser kirin.