Sibat 28, 2023 17:10 Asia/Tehran
  • Bajarê Erîhayê ji aliyê leşkerên siyonîst va hat dorpêçkirin

Rejîma Siyonîst piştî operasiyona dije-siyonîstî ya li nêzikî Erîhayê ku di encamê da siyonîstek hat kuştin, ev bajar bi tamî dorpêç kiriye.

Têkoşerên filistînî roja Duşemiyê çend caran êrîşî ser siyonîstan li sê navçeyên ciyawaz li Erîhayê kirin ku di encamê da siyonîstek hat kuştin û çendên din jî birîndar bûn.

Li gorî rapora Navenda Ragihandinê ya Filistînê, Bi derbasbûna çend saetan ji vê opersyona dije-siyonîstî li Erîhayê, Rejîma Siyonîst hîn nekariye cihênerên vê operasyonê bigire.

Artêşa Rejîma Siyonîst bi sedan hêzên xwe li bajarê Erîhayê û derdora wî bi cih kirine û heta xwefirr û helîkopteran jî ji bo peydakirina cihênerên operasyona dije-siyonîstî bi kar tîne.

Li gorî nûçeyeke din, “Îtamar Bin Gvêr” Wezîrê Ewlehiya Navxweyî yê Rejîma Siyopnîst roja Duşemiyê di civîna partiya rastgir a “Hêza Cihûyan” li bajaroka siyonîstnişîn a “Avîtar”ê li bakurê Rexê Rojavayê Çemê Urdinê tekezî li ser armancgirtina rêberên komên filistînî kir.

Wî got: “Dema têkbirina rêberên komên filistînî yên handêr hatiye.”

 

Serepeyv