Şehîdbûna 642 filistîniyan ji dema pêkanîna agirbesa li Zîvala Xezzeyê
Navenda Mafên Mirovan a Xezzeyê ragihand ku ji dema peymana agirbesê li Cotmeha 2025`an li zîvala Xezzeyê ve 642 filistînî şehîd bûne. NY jî ragihand ku rewşa Xezzeyê hîn jî nalebar e.
Navenda Mafên Mirovan a Xezzeyê ragihand ku ji dema ragihandina agirbesê li Xezzeyê heta niha rojê 5 filistînî şehîd dibin ku di nava wan de 197 zarok, 85 jin û 22 kal tên dîtin ku ji sedî 47.2 ên sercem van şehîdan pêk tênin.
Di vê heyamê de, hezar û 643 kesên din jî birîndar bûne. Kiryarên rejîma siyonîst derheq binpêkirina agirbesê li Xezeyê tenê bi kuştin û bombebaranên rojane ve sînordar nînin û vê rejîmê rê nedaye ku rojane 600 kamyonên alîkariya mirovî derbasî Xezzeyê bibin.
Malpera filistînî Risale Nêtê jî ragihand ku qeyrana li Xezzeyê êdî tenê bi kêmbûna xwarin an dermanan ve sînordar nîne belku av, elektrîk, karûbarên pizişkî û rêveberiya bajêr jî digire ber xwe û zêdetirî du mîlyon kes bi zehmetiyên debara jiyanê re rûbirû bûne.
Şaredariya Xezzeyê ragihand ku ev bajar nêzîkî du hefteyan e bi qeyrana dabînkirina avê ya bêhempa re rû bi rû ye û ji sedî 85`ê zêdetir herêma bajêr hema hema bi tevahî ji avê bêpar maye. Kêmbûna derman û alavên pizişkî jî dibe sedema qeyrana li zîvala Xezzeyê .Nexweşxaneyên li herêmê bi kêmbûna giran a dermanan re rû bi rû ne.
Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê NY her wiha ragihand ku rewşa li Xezzeyê hîn jî nalebar e û filistînî bi guleyên artêşa rejîma Siyonîst tên qirkirin.