Sibat 23, 2026 18:16 Asia/Tehran
  • Nimêja li mizgevta Eqsayê bi amadebûna dehan hezar filistîniyan

Tevî hewldan û gefên Rejîma Siyonîst ji bo kêmkirina hejmara nimêjkirên filistînî şeva borî bi dehan hezar kes li mizgevta Eqsayê de amade bûn.

Şeva borî nêzîkî 50 hezar filistînî li Mizgevta Eqsayê nimêj kirin. Eva di halekî de ye ku rejîma Siyonîst sînordarkirinên xwe yên ewlehiyê jibo girtina pêşiya amadebûna nimêjkirên filistînî li vê cihê pîroz  tundtir  kirine.

Her wiha hatiye ragihandin ku leşkerên siyonîst tedbîrên xwe li bajarê Qudsê û derdora wê bi taybetî li deriyên Mizgevta Eqsayê, jibo kêmkirina hejmara nimjêkirên filistînî zêde kiriye.

Dagirkerên Siyonîst rê li ber niştecihên Rexê Rojava Çemê Urdin bo çûyîna nav Mizgevta Eqsayê girtine û bi hezaran kes ji wan li xala kontrolê ya Qelendiyê ya li bakurê Qudsa dagirkirî vedigerînin.

Serepeyv