Sibat 22, 2026 16:05 Asia/Tehran
  • Berdewambûna destdirêjîyên Rejîma Sîyonîst ser Xezzeyê

Wezareta Tenduristîyê ya Filistînê li Xezzeyê ragihand ku di encama êrişên Rejîma Sîyonîst ser navçeyên cubicur ên Xezzeyê da 2 kes hatin şehîdkirin u 3 kes jî hatin birîndarkirin.

Ji destpêka agirbesê li Xezzeyê di 11ê Cotmeha sala 2025ê va heta nika 614 kes hatine şehîdkirin u hezar u 643 kes jî hatine birîndarkirin. Di vê heyamê da meytê 726 şehîdî jî hatîye peydakirin. Bi vî awayî hejmara şehîdên Xezzeyê ji destpêka Operasyona Bahoza Eqsayê di 7ê cotmeha sala 2023yê va heta nika rabûye 72 hezar u 72 kesî û hejmara birîndaran jî rabûye 171 hezar u 741 kesî.

Rubhî Helûm sîyasetvanê fiilstînî jî bal kişand ser berdewambûna cinayetên Rejîma Sîyonîst li Filistînê u qirrkirina gel u got: Cîhan nemaze welatên ereb û misilman çima hibmer wan cinayetana bêdeng in? Gelo ma ne dema wê hatîye ku gel û dewletên cîhana ereb û misilman pêngaveke kêrhatî jibo piştgirîya Filistînê hilîne? 

Serepeyv