Rêxistineke navnetewî: Di şerrê Xezzê de 25 welatan nift gîhandine Rejîma Siyonîst
Rêxistineke nehikûmî di raporekê de ragihand ku di şerê Xezzeyê de bîst û pênc welatan nift dane Rejîma Siyonîst.
Rêxistina nehikûmî ya Çavdêriya li ser Veguhestina Niftê, di raporekê de ragihand ku Komara Azerbaycanê û Qezaqistanê di navbera 1`ê Mijdara 2023`an û 1`ê Cotmeha 2025`an de ji sedî 70`ê nifta xav a ku ji bo Rejîma Siyonîst a zarokkuj hewce bû,dabîn kirine. Rûsya, Yewnanistan û Amerîka di serê lîsteya welatên ku berhemên niftê ji bo Rejîma Siyonîst dabîn dikin de ne. Amerîka tekane welat e ku ardûya balafirên şer ên rejîma Siyonîst dabîn dike. Vê rêxistina navneteweyî diyar kir ku welatên ku di vê heyamê de ardû dane rejîma Siyonîst, bi tevahî ji cinayetên wê yên li dijî filistîniyan haydar bûn. Di heman demê de, rojnameya Wall Street Journal a Amerîkayê ragihand ku cinayetên rejîma siyonîst li Xezzeyê bûne sedema çêkirina xeta veguhestina çekan ji Amerîkayê bo rejîma siyonîst û ev xeta veguhestinê hîn jî çalak e û ji bo şîrketên mezin ên amerîkî bazirganiyeke girîng çêkiriye. Firotina çekên amerîkî ji bo rejîma Siyonîst ji Cotmeha 2023`an vir ve zêde bûye û Waşîngtonê qebûl kiriye ku di vê heyamê de zêdetirî 32 milyar dolar çek, cebilxane û alavên din bide artêşa vê rejîmê. Ji aliyekî din ve, Elaedîn Betle, şaredarê Xan Yûnisê li başûrê Xezzeyê, ragihand ku piştî êrîşên bênavber ên rejîma Siyonîst, giyayên herêmê hema bêje bi temamî ji nav çûne ş li ser karesateke jîngehî û tenduristiyê li seranserê Xezzeyê pêhişyarî da. Wî tekez kir ku ji sedî 90 zêdetir ji giyayên li seranserê Xezzeyê bi tevahî ji nav çûne.