Reqqa- Pevçûneke tund di navbera terorîstên DAIŞê u hêzên Colanî da derket
Sibat 22, 2026 12:05 Asia/Tehran
Çavkanîyên sûrî ragihandin ku li Reqqayê pevçûneke giran di navbera terorîstên DAIŞê u hêzên Colanî da derket ku di encamê da çend kes hatin kuştin u burîndarkirin.
Di encama êrişa terorîstên DAIŞê ser xala lêgerînê ya Sebahiyê da li derîyê rojavaya Reqqayê ku ketîye bakura Sûrîyê hêzekî emnî hat kuştin u kesek jî hat birîndaririn. Li gorî agahîyan, terorîstên daiş`î yê kembera teqandinê bi xwe va girêdabû u narincok jî di desta hebû, hat kuştin. Eva di halekî da ye ku koma terorîst a DAIŞê berî vîya di daxûyanîyeke tund da, hikûmeta nû ya Sûrîyê hikûmeteke ``sekolar u murted`` bi nav kir u şerê jibo ramalîna xaka Şamê ser xwe de ferz zanî.