Hewldana hikûmeta Colanî bona serdestiya tam a li ser navçeyên kurdnişîn ên Sûriyê
Birêvebirê Navenda Medyayê ya HSD`ê got: Hikûmeta demkî ya Colanî li ser hilweşandina HSD û bicihkirina tam a desthilatdariya xwe li navçeyên Kurdnişîn ên Sûriyê pêkutiyê dike.
Ferhad Şamî, birêvebirê Navenda Medyayê ya HSD`ê, ragihand: Muzakireyên bi Şamê re bi berbendên cidî re rûbirû ne û hikûmeta demkî ya Sûriyê tenê bi mercê ku HSD bi tamî were hilweşandin, sîstima rêveberiya Kurdan li navçeyên kurdişîn ên Sûriyê bi dawî were û hêz;nn hikûmî di hemû navçeyên bakûr û rojhilatê Sûriyê bi cih bibin,wê bi Kurdan re hevhatinê pêk bîne.
Wî got: Hikûmeta demkî ya Colanî gef xweriye ku eger Kurd van mercan qebûl nekin wê bi dare zorê derbasî van navçeyan bibe. Şamî herwiha got: Mercê endametiya hêzên HSD`ê nav hikûmeta demkî de jî beşdariya wan li ezmûn û nirxandina wan a kesane ji hêla hikûmeta demkî ve ye, xalên ku dibin sedema giranbûna nakokiyan.