HEMAS: Berxwedanê rûpelek nû ya azadî, rûmet û şerefê vekir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/filistîn-i356668-hemas_berxwedanê_rûpelek_nû_ya_azadî_rûmet_û_şerefê_vekir
Zahir Cebarîn, serokê Tevgera Hemasê li Perrava Rojava Çemê Urdinê, tekez kir: Berxwedanê careke din rûpelek nû ya azadî, rûmet û şerefê di dîroka têkoşîna neteweya me de nivîsand û qeyd kir.
(last modified 2025-10-17T10:33:07+00:00 )
Çirî 17, 2025 13:58 Asia/Tehran
  • HEMAS: Berxwedanê rûpelek nû ya azadî, rûmet û şerefê vekir

Zahir Cebarîn, serokê Tevgera Hemasê li Perrava Rojava Çemê Urdinê, tekez kir: Berxwedanê careke din rûpelek nû ya azadî, rûmet û şerefê di dîroka têkoşîna neteweya me de nivîsand û qeyd kir.

Cebarîn azadiya dîlên filistînî pîroz kir û got ku ev azadî bi xwîna şehîdan hatiye mohrkirin û peymanek e ji bo berdewamiya rêya berxwedan û azadiyê û Bahoza Eqsayê yek ji mezintirîn beşên têkoşînê di dîroka neteweya me de ye.

Cebarîn xitabî dijmin tekez kir: Mafên me yên neteweyî ne mijara bazarî û danûstandinê ne û welatê Filistînê mafê neteweya me ye û dewama girtina dîlên filistînî di zindanên siyonîst de dê agirê pevçûnê geş bihêle.