Peyama vîdyoyî ya Tabûrên Qessam derbarê girtiyên siyonîst de li Xezzeyê
Tabûrên Şehîd Îzeddîn Qessam baskê leşkerî yê Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (Hamas), peyamek nû derbarê girtiyên siyonîst de li Xezzeyê belav kir.
Di vê peyama vîdyoyî de Delal Gadî yek ji girtiyên siyonîst li Xezzeyê, bal kişand ser wê yekê ku me wer dizanî em girtiyên Hamasê ne û tekez kir, lê rastî ev e ku em girtî û hêsîrên Netanyahu û hikûmeta wî, Bin Giwêr û Smotriç in.
Di vê peyama vîdyoyî de, vî girtiyê siyonîst bal kişand ser wê yekê ku rewşa li vir zehmet e û got: Em li vir êşê dikişînin, ne xwarina me heye, ne gaz, ne av, ne jî kareba heye, ez û girtiyên din, digel 2 mîlyon niştecîyên Xezzeyê bi van zehmetiyan dijîn û me bihîstiye ku artêş dixweze êrişî Xezzeyê bike û em ji vê yekê ditirsin. Ev êriş tê çi wateyê? Yanî em ê li vir bimirin.