Îlon 05, 2025 18:55 Asia/Tehran

Medyayên siyonîst îro bi fermî ragihandin ku operasyona dagirkirina Xezzeyê dest pê bû.

Artêşa Rejîma Siyonîst ragihand ku balafirên cengê yên vê rejîmê dest bi operasyona bombebaran û wêrankirina xanîberên çendqatî li Xezeyê kirine. Ev nûçe di halekî de belav dibe ku Yesraîl Katz, Wezîrê Cengê yê Rejîma Siyonîst çavên xwe ser cinayetên vê rejîmê li Xezeyê girtiye û îdia kiriye: Niha deriyên dujehê li Xezzeyê vebûne.Wî got ku artêşa vê rejîmê dest bi xerakirina xanîberên çendqatî li Xezzeyê kiriye û îdia kir ku beriya êrişê fermana valakirinê hatibû dayîn.

Ji aliyê din ve, Mehmûd Besel, Berdevkê Rêxistina Berevaniya Sivîl a Xezzeyê jî ragihand ku parêzgeha Refehê û bakurê Xezzeyê bi destê artêşa rejîma dagirker tam hatin wêrankirina û got: Dagirkeran her wiha navçeya başûrê taxa Zeytûnê li Xezzeyê tam wêran kirin. Wî her wiha got: Artêşa  Rejîma Siyonîst robotên bombekirî u boldozêran ji bo xerakirina malên taxa Zeytûnê bi kar tîne û deverên rojhilatê bajarê Xezzeyê jî bi giranî wêran bûne.

Nûçegihanê El- Cezîreyê jî bal kişand ser destpêkirina dewra nû ya êrişên hovane yên Rejîma Siyonîst ser Xezzeyê û êrişa ser bircên vî bajar û ragehand balafirên cengê yên Rejîma Siyonîst birceke niştecihbûnê li herêma Ensar a li rojavayê Xezzeyê û birca Muştehî li bajarê Xezzeyê dan ber bombeyan û wêran kirin.

Serepeyv