Hejmara şehîdên Xezzeyê rabû 63 hezar û 557 kesî
Wezareta Tenduristîyê ya Filistînê li Zîvala Xezzeyê ragihand ku hejmara şehîdên êrişên Rejîma Sîyonîst ser Zîvala Xezzeyê rabû 63 hezar û 557 kesî.
Wezareta Tenduristîyê ya hikûmeta Filistînê l iZîvala Xezzeyê ragihand ku di 24 saetên buhurî da meytê 98 filistînîyan bo nexweşxaneyên vê herêmê hatin veguhestin û di heman demê da 404 kes jî birîndar bûne.
Hevgavê berdewambûna êrişên Rejîma Sîyonîst ser gelê Xezzeyê, Berdevka UNISEFê got ku Xezze veguherîye goristana zarokan ku her roj tên kuştin. Zarok li Xezzeyê birsî ne û niştecîyên vê herêmê nikarin jê birevin.
Wê herwiha got: Êrişên Israyîlê ser şarê Xezzeyê huqasî tund u giran in ku niştecîyên vê navçeyê nizanin ku da herin.
Rejîma Sîyonîst di dewama êrişên ser navendên dermankirin û xizmetguzarîyê li Xezzeyê da, careka din nexweşxana Şehîdên Eqsayê li navenda Xezzeyê da ber bombeyan.