Êrişên cinayetkarane û hovane yên rejîma Siyonîst ser Xezzeyê
Tebax 27, 2025 18:47 Asia/Tehran
Piştî êrişên hovane yên rejîma Siyonîst ser Xezzeyê, 76 filistînî şehîd bûn û 298 kes birîndar bûn.
Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê ragihand: Şeva borî, 10 kesên din, ku du ji wan zarok bûn, ji ber birçîbûn û kêmbûna xwarinê şehîd bûn, bi vî awayî hejmara giştî ya qurbaniyên kêmbûna xwarinê gihîşt 313 kesan, ku 119 ji wan zarok in.
Di navendên belavkirina alîkariyê de, 18 kes jî şehîd bûn û 106 kesên din jî birîndar bûn, bi vî awayî hejmara Filistîniyên ku di van navendan de şehîd bûne gihîşt 2 hezar û 158 kesan . Di encama êrişên artêşa rejîma Siyonîst ser Xezzeyê de ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve, 62 hezar 895 kes şehîd bûne.