Berdewambûna jînosayda li Xezzeyê
Tebax 19, 2025 18:29 Asia/Tehran
Di encama êrişên Rejîma Sîyonîst ser Xezzeyê di 24 saetên buhurî da 60 kes hatin şehîdkirin û 343 kes jî hatin birîndarkirin.
Balafirên cengê yên Rejîma Sîyonîst careka din êrişî rojhilata Cibalîyayê ku ketîye bakura Xezzeyê, kirin.
Di dewama cinayetên Rejîma Sîyonîst himber nûçegîhanan û malbatên wan da, Islam Komî nûçegîhanê filistînî û zaroka wî hatin şehîdkirin.
Di encama êrişên Rejîma Sîyonîst ser cîyên parvekirina alîkarîyan da jî, 31 kes hatin şehîdkirin û 197 kes jî hatin birîndarkirin.Bi vî awayî hejmara şehîdên li navendên hanê rabû hezar û 996 kesî u ya birîndaran jî rabû 14 hezar û 898 kesî.
Di encama êrişên Rejîma Sîyonîst ser Zîvala Xezzeyê ji 7ê Cotmeha sala 2023yê va heta niha 62 hezar û 64 kes hatine şehîdkirin.