Sîyaseta hovane ya Rejîma Sîyonîst a sepandina birsîbûnê ser jin û zarokên Xezzeyê da
Ji destpêka sepandina xelayê li Xezzeyê va heta nika bi giştî 193 kesî ji birsîya can daye ku ji wan 96 kes zarok in.
Ser-rêvebirê Wezareta Tenduristîya Xezzeyê got: Rewşa Zîvala Xezzeyê her ku diçe xirabtir dibe û ev navçeya veguherîye warê belavbûna nexweşîyan. Gellek haletên bijehrêketina ji ber ava qirêj û xwarekê hatine tomarkirin. Rejîma Sîyonîst a dagirker niştecîyên Zîvala Xezzeyê bi bombe, birsîragirtin û hemî emrazên pêkan dikuje. Jordeavêtina alîakrîyên mirovdostîyê bi rastî sedema şermê ye. Hin kes di bin wan barên alîkarîyê da mane û can dane.
Olga Çirîyoko Berdevka Nivîsgeha Rêkxistina Karên Mirovdostane ya NY jî derbara rewşa qeyranî ya Xezzeyê hişyarîyê dide û dibêje: Zarok. jin , pîr û kalên bi dû xwarekê, li ber xeterê ne û em bi rewşeke zef dijwar ra rûbirû bûne û hewl didin ku alîkarîyên pêwîst ên herîkêm dabîn bikin, lê beşeke zef kêm a alîkarîyan derbasî Zîvala Xezzeyê dibe.
Wê herwiha got ku kamyonnê hilgirê alîkarîyên mirovdostîyê ji ber lêgerîna giran a ji hêla Rejîma Sîyonîst va dereng derbas dibin û vê yekê karê personelan li Xezzeyê gellekî zehmet kirîye.
Rejîma Sîyonîst herwiha di dewama plana xwe ya dagirkerîyê da li Xezzeyê, hişyarî da niştecîyên herêma Zeytûnê ku jê derkevin.