May 09, 2025 17:22 Asia/Tehran

Sindoqa Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) hişyarî da ku li Zîvala Xezzê qeyrana avê ya nedîtî heye.

UNICEFê di daxuyaniyekê de ragihand ku kêmbûna girana avê li Zîvala Xezzê gihîştiye qonaxeke qeyranî û ji sedî 90`ê xelkê vê navçeyê ji ava saxlem bêpar in. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di Mijdara 2024'an de nêzî 600 hezar kes ji bo demeke kurt ava vexwarinê bi dest xistin, lê dîsa ev ava vexwarinê hate qutkirin. 

Li gorî daxuyaniyê, binesaziya dabînkirina avê ya Xezzê  zirareke mezin dîtiye û di şert û mercên heyî de ne mimkûn e ku pêdiviyên sereke yên xelkê bên dabînkirin. Encamên lêkolînên saziyên Neteweyên Yekbûyî nîşan didin ku 1.8 mîlyon kes, ku zêdetirî nîvê wan zarok in, gelek hewcetiya wan li av, xizmetên tendirustiyê û alîkariyên pizîşkî hene. 

Qutbûna elektrîkê li seranserê Xezzê jî rewş xirabtir kiriye û bûye sedem çalakiyên girîng ên wekî şirînkirina avê li deverê rawestin. UNICEF û saziyên din ên mirovdostane ji bo çareserkirina qeyrana mirovî ya li Xezzê banga tevgereke lezgîn kirine. 

Ev hişyarî di rewşekê de hatine dayîn ku Zîvala Xezzê di bin dorpêçeke dijwar de ye û gihîştina rêxistinên alîkariyê li xelkê, rastî astengiyên berfireh ên ji hêla hêzên dagirkir ve dibe. Gelek deverên Xezzê rastî kêmasiyên giran ên xwarin, derman û xizmetên tenduristiyê ve hatine û rêxistinên navneteweyî yên alîkarîgîhandinê dbêjin ku nikarin   alîkariyan bigîhînin destê meqdûran.

Serepeyv