Dewama êrişên Rejîma Siyonîst er Xezzeyê
Êrişên esmanî û bi topan ên Rejîma Siyonîst ser cihên xelknişîn û konên awareyan li zîvala Xezzeyê îro jî berdewam kirin.
Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ragihandiye ku di encama êrişên Rejîma Siyonîst ser Xezzeyê di çend sietên borî de 25 kes şehîd bûne û 89 kes jî birîndar bûne.Vê Wezaretê ragehandiye ku ji destpêka dewûra nû ya êrişên siyonîstan ser Xezzeyê heta niha hezar û 652 kes şehîd bûne.Artêşa Rejîma Siyonîst di van rojên derbasbûyî de, êrişên xwe ser zîvala Xezzeyê girantir kirine û çendîn cinayet dijî xelkê vê zîvalê bi taybetî kesên aware pêk anîne.Ev cinayet di halekê te tên kirin ku saziyên navdewletî û hiqûqê derbarê alozbûna rewşa Zîvala Xezzeyê hişyarî dane. Ebû Ubeyde, berdevkê leşkerî yê tevgera Hemasê jî ragihand duh firokeyên şer ên Rejîam Siyonîst cihê xweyîkirina girtiyê Amerîkî-Siyonîst ê bi navê Eydan Elêksandir bombebaran kirin.Berdevkê leşkerî yê tevgera Hemasê, armanca siyonîstan ji bombebarankirina cihê ku ev girtiyên du-welatî tê de bû hewldanek jibo zextên derûnî da zanîn.Eydan Elêksandir pêştir di vîdyoyekê de xitabî kabîneya Serokwezîrê vê rejîmê wek dîktator bi nav kiribû ku tu hewldanek ji bo azadkirina girtiyan nekiriye.Îro hêzên ewlehiyê yên navxweyî yên Rejîma Siyonîst li gel hijmareke bajaroknişînên siyonîst di bin tedbîrên ewlekarî yên tund de êrişî Mizgevta Îbrahîmî kirin.
Pêşnimêjê mizgevta Eqsayê êrişa ser Beytulmuqedesê hewldanek jibo guherandina nasnameya vî cihî da zanîn û got: Rejîma Siyonîst hemû xetên sor derbas kirine.