Zêdebûna hejmara şehîdên Xezzeyê
Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê ragihand ku termên çend şehîdan ji bin xirabeyan hatin derxistin û çend filistîniyên din hatin şehîdkirin û bi vî awayî hejmara şehîdên jînosayda bi destê Rejîma Siyonîst rabû 48 hezar û 297 kesî.
Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li Zîvala Xezeyê ragihand ku di 24 sietên derbasbûyî de termên 6 şehîdan ji bo nexweşxaneyên li Zîvala Xezzeyê hatine veguhestin.
Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê ragehand ku 2 cenaze ji bin kavilan hatin derxistin û di 24 sietên borî de 4 filistîniyên din hatin şehîdkirin.
Li gorî vê raporê, di 24 sietên borî de 11 filistînî di encama binpêkirina peymanê ji aliyê Rejîma Siyonîst ve hatine birîndarkirin. Vê wezaretxaneyê her wiha ragihand ku ji destpêka şêrr ve heta niha 48 hezar û 297 filistînî li zîvala Xezzeyê şehîd bûne û 111 hezar û 73 kes jî birîndar bûne.