Derba nû ya tabûrên Qessam li dagirkerên siyonîst
https://kurmanci.sahartv.ir/news/filistîn-i350255-derba_nû_ya_tabûrên_qessam_li_dagirkerên_siyonîst
Tabûrên Şehîd Îzedîn El-Qesam dîmenên hemasî yên armancgirtin û teqandina trumbêlên dagirkeran li Refehê li başûrê zîvala Xezeyê weşandin ku nîşan dide ku hejmarek ji leşkerên siyonîst hatine kuştin û birîndarkirin.
(last modified 2024-08-07T04:00:43+00:00 )
Tebax 07, 2024 07:22 Asia/Tehran
  • Derba nû ya tabûrên Qessam li dagirkerên siyonîst

Tabûrên Şehîd Îzedîn El-Qesam dîmenên hemasî yên armancgirtin û teqandina trumbêlên dagirkeran li Refehê li başûrê zîvala Xezeyê weşandin ku nîşan dide ku hejmarek ji leşkerên siyonîst hatine kuştin û birîndarkirin.

Tabûrên Şehîd Îzedîn El-Qessam  baskê leşkerî yê tevgera Hemasê dîmenên kemîna deqîq a têkoşerên xwe weşand ku bi rêya wê çend trumbêlên dagirkeran li kolana  Corc li rojhilatê bajarê Refehê li başûrê zîvala Xezeyê kirin armanc.Qesam navê vê operasyon û kemînê daniye  kemîna  Rêberê şehîd Îsmaîl Heniye û  destnîşan kir ku di vê operasyonê de gelek ziyanên canî û madî li dagirkeran ketine.

Tabûrên El-Qessam duh  jî bi daxuyaniyekê ragihandibû ku têkoşerên wan kariye komek ji hêzên zirxî yên dagirkeran di kemîneke deqîq de bixin davikê.2 wesayîtên leşkerî yên Taygir bi bombeyek û 2 gulleyên Yasîn 105îmha kirine û du ankên Merkava jî bi bombeyekê û mûşekeke Yasîn 105 li kolana Corc nêzî mizgefta El-Tabiînê dan ber êrişan.

Mucahidên El-Qessam her wiha  karîn bi tivinga El-Qessam  leşkerekî  îsraîlî bi navê El-Qul li nêzî gundê Siwêdî yê li rojavayê bajêr bidin ber gulleyan.