May 26, 2024 18:04 Asia/Tehran
  • Êrişa mûşekî ya ji axa Libnanê ser Erdên Dagirbûyî

Çavkaniyên nûçeyan basa êrişên bi mûşekan ji axa Libnanê ber bi Erdên Dagirbûyî ve û dengê zengilên xeterê li bajarokên siyonîstnişîn kirin.

Li dû avêtina çend mûşekan ji axa Libnanê ve ber bi Erdên Dagirbûyî, dengê zengila xeterê li navçeyên El Bise, Hanîta, Şilûmî, El Celîl a Rojava û Reis El Naqûre hatiye bihîstin.

Di eynî demê da kanala 12`an a televîzyona Rejîam Siyonîst ragihand 2 mûşekên dije tank ber bi navçeya siyonîstnişîn a Mêrgiliyûtê nêzî sînorên Libnanê hatine avêtin.

Hizbullaha Libnanê di çend mehên nuhurî da û li dû cinayetên bidehşet ên Rejîma Siyonîst li Zîvala Xezzê û kuştina hejmareka zêde ya filistîniyan di vê navçeyê da, binkeyên leşkerî yên vê rejîmê li bakûrê Erdên Dagirbûyî kirine hedef; Mijarek ku bûye sedema tirsa bajaroknişînên siyonîstnişîn di van navçeyan da. Heta nika bi dehan hezar siyonîst ji tirsa êrişên Berxwedanê ji bajarokên ser sînorê Libnanê derketine.